Em piştî 6 salan di 18 Hezîranê da di Roja Wekhevîya Trans li Harbiye ê/e 9. Meşa Serbilindîyê ya Trans a Stenbolê pêk tînin.
Em îro bi hêrsa trans+yên ku ji Bornova û Bayram Sokak heta Eryaman ku neçar man malên xwe biterikînin û ji aliyê dewlet û polîsên dewletê ve hatin îşkencekirin hatin cem hev ku berxwedana xwe li her tax û kolanekê bi rêxistin bikin.Weke trans+ em dîsa dadikevin kolanan, em dizanin ku têkoşîna me bi îro re sînordar namîne û ev 6 sal in ku em neçar mane ku em bidin sekinandin tiştek ji têkoşîna me kêm nekiriye.
Em Meşa Serbilindîyê ya Trans ku di sala 2017an de bi temaya “Koçberî” hat li dar xistin îsal cara 9emîn bi temaya “Em venagerin, em li vir in” vedijînin. Tevî qadên ku ji alî AKP’ê, hêzên ewlehî, femînîstên bi navê ku di 8’ê Adarê de “jinbûna” jinên trans dipirsin û her kesê ku li pêşberî axaftinên transfobîk bêdeng dimîne ve tên teng kirin, em li kolanan in; Em venagerin, em li vir in.
Piştî erdheja ku yek ji encamê polîtîkayên kedxwarî û rûtkirinê Di 6ê Sibatê de ku li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyê qewimî em şahîdê hewldana ji bo zêdekirina tecrîdê li ser trans+an bi astengkirina beşdarbûna konên hevpar, astengkirina gîhiştina dermanên hormon û neafirandina cihê ewleji bo trans+ an bûn. Şert û mercên fizîkî yên ku ji ber van erdhejan çêbûn,wekhevîye neafirand; berovajî vê me careke din dît ku ew mercên fizîkî newekheviyên heyî kûrtir dikin. Ji ber gotarên transfobîk, nîjadperest, cihêkarî û tund a ku ji aliyê dewletê ve tê meşandin, em trans+yan neçar bûn ku hem ji bo saxbûnê û hem jî ji bo hebûnê têbikoşin.
Em dijî şert û mercên ku ji aliyê siyaseta nefretê ve hatiye afirandin ra ne tene di erdhejê da li her kolana ku em nikarin bimeşin, li her cihê ku em nikarin xwe biparêzin têdikoşin. Dema ku malên me hatine mohrkirin û kolanên ku em tê de dijîn ji hêla polîsan ve hatine dorpêçkirin, li vê erdnîgariya ku em trans+ an li ber deriyê penagehên ku penaxwaziyê red dikin dimirin, helbet mirina trans+ an polîtîk in. Li gel ku transên ku bi bandora polîtîkayên hovane yên tecrîdê li xwe heq nabînin ku bijîn û bi wan tê bawer kirin ku cihê wan li vê erdnîgariyê nîne, hene; Helbet xwekuştinên trans polîtîk in. Her yek ji mirina Hande, Mısra, Nefes, Murat, Günay, Zirve, Berrak, İpek, Deniz û Ecem wekî komelkujîyeke. Di serî da dewlet û her şîriken dewletê ku transfobîyê belav dikin jî berpirsîyarê van komelkujîya ne.
“KUŞTINÊN TRANS+ AN POLÎTÎKIN”
“DEWLETA TRANSFOBîK, EM Ê HILWEŞÎNIN HELBET”
Em di salvegera 10. a Berxwedana Gezîyê da di serî de lgbti+ an û kesên ku ber xwe dan silav dikin. Me îro hêrsa kesên ku li Geziyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin qetilkirin, birîndarkirin û girtin xwe pêçand ; em didin ragihandin ku em li qadan in. Gezî serbilindî ye, nayê darizandin. Em transên ku di salên 80’î de li ser pêngavên Parka Geziyê ketin greva birçîbûnê silav dikin û diyar dikin ku têkoşîna me berdewam dike. Em Dayikên/Mirovên Şemiyê ku duh di hefteya 951’an de li Qada Galatasarayê hatin cem hev ku li xizmên xwe yên bi salan ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bigerin û hatin binçavkirin silav dikin. Têkoşîna me hevpar e.
“TRANSFOBÎK NEBE TOMAFOBÎK BIBE”
“Rastîya” hilbijartinê ya ku faşîzma AKP-MHP’ê xeyala “pêşerojeke xweş” dihesibîne, ji eslê xwe dûr e; Axaftina Erdogan a li eywanê ya di şeva hilbijartinê 28’ê Gulanê de ku bi gotinên me hedef digire, îşaret bi tundiya zêde ya polîtîkayên li ser me dike. Di “Tirkiyeya Nû” de, ku hemû partî û rêxistinên ku ji beriya hilbijartinê heta piştî hilbijartinê axaftinên fobî yên LGBTI+ dikin jî berpirsiyar in; yên ku tên kuştin û di bin zilm û zordariyê de dimînin dîsa em in. Avakirina hilbijartinê li ser esasê “hilbijartina faşîzma kêm tund” jî hêjahîya helwesta siyasî ya ku li ser LGBTI+yan, Kurd, penaber û koçberan tê meşandin eşkere dike. Gotina “em ji kurdan qayîl in” ku dema ji sedî heştê dengan li bajarên kurdan hatin girt gotin piştê encamên hilbijartinê guherî “ yên dan wenda kirin” Kurd bûn. Yên ku di her firsendê de Kurdan dikin hedef û yên ku zilmê li em transan dikin yek in.
Em careke din bi bîr tînin ku zîhniyeta ku koçber û LGBTI+yan dike hedef yek e û em ti carî dest ji berxwedana ku mil bi mil ava kirine bernadin. Em mil bi mil û carnan çaq li ser mil li dijî qirkirin, girtin, binçavkirin û krîmînalîzekirina gelê Kurd tekoşîna xwe didomînin. Li vir em dîsa diqîrin ku Kurdistan jî heye hem jî em hene.
“KURDÎSTAN HEYE, LUBUNYA HENE”
Em rêhevalên daîmî yên hemû transan in ku hebûna wan ji bo erdnîgariya ku lê ji dayik bûne û lê mezin bûne wek tehdîd tên dîtin û ji ber ku destûr nayê dayîn ku bijîn, neçarî “koçberiyê” ne.Li vir em careke din dibêjin ku em ê têkoşîna xwe ya bê sînor bidomînin û li ku bin jî em ê yekîtîya xwe winda nekin! Em trans in, li vir in; penaberin trans in.
“BÊ TRANS JÎYAN NABE!”
“ JI SÎNORAN RA NAKKA, EM PENABER IN XWÎŞKÊ”
Em trans ji nû ve diqîrin; em dinyayekî bêsînor, bêsinif, bêtundî, bêzayend û bêmetîngerî dixwazin. Ev dewlet an tê bigihîje hişmendîya ku em hemwelatîyên wekhev in û karên bimisogerî ji bo me biafirîne an jî dê destur bide ku em di kolanên xwe de birehetî bixebitin. Em jî tundîya ev polês dewleta û hêzên ku di bin fermandarîya dewletê da ye ku zêdetir me “biparêze” di her fersendê da hêza xwe li ser me bikar tîne natirsin; em bi hemû serbilindîya xwe ber xwe didin. An jî em ditirsin ayol! Lê dîsa jî em bi hemû şêrînbûyîna xwe li vir in, li qada ne. We digot qey qad ya we ne?
“POLÊS FIHÛŞ BIKE BI SERBILINDÎYA XWE BIJΔ
Em baş dizanin ku dema ku orispî dihatin şevitandin kesên taxên êzing davêtin agir. Hûn nikarin me tune bihesibînin û hedef nîşan bidin. Em orispî û karkerên seksê hene, em ê hebin.
“SERÊ ME KUNA ME CUDA TEVDIGERE”
Em îro bi hemû transîya xwe, bi zirîna xwe li vir in. Em ji rûyê we ra diqîrin ku em ji we natirsin. Ne em hûn ê biçin.
Bila were zanîn ku ne ji ber ku em ji qedexe û zilma we ditirsin li Taksimê ninin, sedem ew e ku em ewlehîya hev ji polês dewleta ku me wekî hemwelatîyên wekhev nabîne zêdetir difikirin. Em vedigerin heta ku em dinyayê ji cîh bikin. Em naçin heta ku em her hevalê xwe bigrin. Em tedikoşin heta ku hûn herin. Em trans in heya dawî EVVVVÎÎÎÎNA MIN.

